NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI NAVBERA DI KOMÊN DIJMINÊN HEVDE ŞER DERKET: 2 MIRÎ

Li Amedê di navbera pismaman de bi çekan şer derket, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li semta Bayramoglû ya navçeya Baglara Amedê, li hundirê marketekê de êrişa çekdarî pêk hat.

Kesê bi navê M.K bi çekê çû marketê û êrişî pismamên xwe H.K û K.K yên birayên hev in kir. Her du bira di êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Piştê êrişê M.K teslîmê polêsan bû.

Piştê lêkolîna li cihê bûyerê cenazeyên her du birayan rakirin morga nexweşxaneyê. Sedema erişê nehat zanîn. Lê tê gotin ku xisûmet di navbera pismaman de hebûye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.