NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI TOKÎ YÊN NÛ DE PIRSGIRÊK Û KÊMASÎ NAQEDE

Welatîyên li xanîyên TOKÎ yên Amedê dijîn îdîa kirin ku piştê erdhêjê bêyî temamkirina kêmasîyan bi lez û bez xanîyan teslîmê xwedîyên wan kirine.

LI AMEDÊ DI TOKÎ YÊN NÛ DE PIRSGIRÊK Û KÊMASÎ NAQEDE

Xanîyên 444 Talaytepe TOKÎ yên ku 4 sal berê li Amedê dest bi çêkirina wan kiribûn, piştê erdhêja Mereşê di demeke kin da qedandin û dan xwedîyên wan. Şênîyên TOKÎ’yê gazincên xwe anîn ziman û wiha gotin, “Dema erdhêj çêbû malên wan bi lez û bez radestê welatîyan kirin.

Ji roja ku em bi cîh bûne heta niha em bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Di hemû blokan de di derî, pencere û kanalîzasyonê de pirsgirêk hene.

Di roja duyemîn de piştî vekirina kalorîferan boriyên ava germ teqiyan û hemû xanî di bin avê de man." Şêniyên herêmê diyar kirin ku piraniya kesên li TOKÎ’yê dijîn pirsgirêkên aborîyê dijîn û wiha gotin: “Ji sedî 90’ê kesên li van xanîyan dijîn welatîyên bi mûçeya kêmtirîn dixebitin in.

Her tim pirsgirêk hene. Em bi mehan e ji bo aîdatê re dixebitin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.