NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMED Û ELEZÎZÊ 241 KÎLO TÎRYAK HAT BIDESTXISTIN

Li Amed û Elezîzê di operasyonan de ji 200 kîlo zêdetir madeyên tiryakê hat bidestxistin.

LI AMED Û ELEZÎZÊ 241 KÎLO TÎRYAK HAT BIDESTXISTIN

Li Amed û Elezîzê di operasyonan de ji 200 kîlo zêdetir madeyên tiryakê hat bidestxistin.

Ekîbên Midûrîyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtîyê ya Fermandarîya Cendirmeyan a bajêr, derbarê 3 gumanbarên ku tê îdiakirin bazirganîya tiryakê dikin agahî bi dest xistin.

Ekîban 2 gumanbar şopandin û li navçeya Arîcak a Elezîzê siwareyên wan dan sekinandin û li ser wan lêgerîn kirin. Di siwareyê de kîloyek esrar hat bidestxistin û herdû kes jî hatin binçavkirin.

Li  Amedê jî ekîban avêtin ser malekê û 240 kîlo esrar û hezar û 230  kokên esrarê bidestxistin.

2 gumanbarên ku li Elezîzê hatibûn binçavkirin hatin girtin, lêpirsîna der barê gumanbarê ku li Amedê hatîye binçavkirin jî dewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.