NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ GELEK MIROV DI AVAHÎYÊN BI XESAR DE DIJÎN!

Li Amedê ji 3 hezar zêdetir avahîyên ku di erdhêja 6'ê Sibatê de zirareke mezin dîtibûn, li benda hilweşînê ne, gel li piranîya avahîyên ku bi kêmî ve xera bûne jîyana xwe didomînin.

Serokê Odeya Endezyarên Înşaetê yê Amedê Mahsum Çîya Korkmaz, ji Rojnameya Mucadeleyê bi Remzîye Çelîk re axivî û dîyar kir ku li Amedê hejmara avahîyên ku zirareke mezin lêhatine, nêzî 3 hezar û 200 e û wiha got, "Heta niha nêzî 50 avahî hilweşîyane.

Di ser erdhêjê re 5 meh derbas bûn. Em herkes dibe ku haya me jê tunebe jî, di ber avahîyên ku rîska wan  a hilweşînê heye re derbas dibin. Ya herî girîng, mirov li piranîya avahîyên ku bi xisar lê hatine de dijîn. Korkmaz, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin a li bajêr înşaata bêhiqûq e û wiha got: “Ji van avahîyên ku hatine hilweşandin destûra dagirkirinê tune ye.

Destûrdayîna avakirina neyasayî mijareke têgihiştinî û exlaqî ye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.