NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMED Û HERÊMÊ WÊ BARANA GUR BI BANDOR BE

Ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarîya barana gur hat dayîn. Li gor rapora Navenda Texmîna Hewayê ya Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê, tê texmînkirin ku li Amed û herêmê hewa wê ewrayî be, car caran barana gur bibare.

LI AMED Û HERÊMÊ WÊ BARANA GUR BI BANDOR BE

 

Tê texmînkirin ku heta dawîya hefteyê car caran li Amedê baraneke gur bibare û di dawîya hefteyê da jî hewaya tav wê bi bandor be. Tê texmînkirin ku di germahîya hewayê da guherîneke berbiçav çênebe û ew ê li ser normên demsalî bimîne. 

Tê texmînkirin ku ba wê ji alîyê curbecur ve nerm û car caran jî bi hêz be. Ji ber ku li herêma me xetereya aşîtê li ser zozanên asê yên bi berfa zêde heye, divê rayedar û welatî baldar û hişyar bin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.