NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ JI BER KU LI SÛKÊ DIZÎ KIRINE 6 KES HATIN GIRTIN!

Ji 9 kesên ku li Amedê ji ber sûcê dizîyê hatibûn binçavkirin ji wan 6 kes hatin girtin.

LI AMEDÊ JI BER KU LI SÛKÊ DIZÎ KIRINE 6 KES HATIN GIRTIN!

Ji 9 kesên ku li Amedê ji ber sûcê dizîyê hatibûn binçavkirin ji wan 6 kes hatin girtin.

Li navçeyên Yenîşehîr, Baglar, Kayapinar û Sûrê yên Amedê li qadên dîyarkirî ekîbên polêsan wek simîtfiroş û avfiroşan tevgerîyan û derdorê şopandin.

Di lêkolînê de 9 gumanbarên dizîya kesên derketine sûkê, hatin tespîtkirin.

Li ser hin şikbarên hatin binçavkirin çente û telefonên destan ên dizîyê hatin desteserkirin û teslîmê xwedîyên wan hatin kirin.

Piştê îfadeyan 6 gumanbarên ku sewqî edlîyeyê hatibûn kirin, ji alîyê mehkemê ve hatin girtin û 3 şikbar jî piştê kontrola edlî hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.