GÜNDEM

LI AMEDÊ JI HEV CÛDA 2 QEZA QEWIMÎN! 8 BIRÎNDAR

Li Amedê do di saetên êvarê de li du deverên ji hev cûda qezayên trafîkê qewimî. Di encama qezayên qewimî de gelek kes birîndar bûn.

LI AMEDÊ JI HEV CÛDA 2 QEZA QEWIMÎN! 8 BIRÎNDAR

Li Amedê do di saetên êvarê de li du deverên ji hev cûda qezayên trafîkê qewimî. Di encama qezayên qewimî de gelek kes birîndar bûn.

Li ser rêbeja Amed-Farqînê li mewkîya taxa Cumhûrîyetê mînîbusek ji paş ve li siwareyekê qelibî. Bi tesîra qezayê re siware li dezgeyê marketeke li rexê rê qelibî û mînîbus jî li refuja nava rê qelibî. Di encamê de 4 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e. Li ser xaçerêya Malabadî ya navçeya Farqînê jî do di saetên derengîya şevê de qezayek çêbû. Li gor agahîyên hatine bidestxistin Tira ku maşîneyên kar lê barkirî bû, bi siwareyeke din re li hevdû qelibîn. Di encama vê qezayê de jî 4 kes birîndar bûn. Derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.