GÜNDEM

OTELA TÛRÎSTÎK PALAS BÊ DESTÛRNAME HATÎYE HILWEŞANDIN!

Derket holê ku Otela dîrokî ya Turistik Palas a ku biryara hilweşandina di raya giştî de bûbû sedema nerazîbûnan, ji alîyê Şaredarîya Yenîşehîra navendî ya Amedê ve bêyî destûrnameya hilweşandinê hatîye hilweşandin.

Hevserokê Odeya Mîmaran a Şaxa Amedê Ferît Kahraman ku pêvajoya biryar dayîna destûra hilweşandinê ya ji alîyê Lijneya Herêmî ya Parastina Mîrateya Çandê ya Amedê ve dişopand, ragihand ku otel bê destûrname hatîye hilweşandin. Ferît Kahraman ku bi endamên Lijneya Rêveberîya Şaxa Odeya Mîmaran re li avahîya sazîya xwe daxuyanî da, dîyar kir ku rêbaza hilweşandinê li dijî 'Rêznameya Hilweşandina Avahîyan' e û destnîşan kir ku divê li gor qanûna hilweşandinê destûrnameya hilweşandinê were sererast kirin. Lê Şaredarîya Yenîşehîrê ya Amedê ku hilweşandin pêk anî, destûra hilweşandinê nedaye. Kahraman, dîyar kir ku wê derbarê mijarê de serlêdana sûc bikin û got, "Em ê ji raya giştî re jî ragihînin ku bi daxwaza nasname û cezakirina kesên eleqedar wê serlêdana sûc bê kirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.