NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ JI MILYONEK ZÊDETIR DEXL HAT ÇANDIN

Ji debra ku îsal li Amedê hat çandin ji milyonek ton zêdetir dexl hat bidestxistin.

LI AMEDÊ JI MILYONEK ZÊDETIR DEXL HAT ÇANDIN

Ji debra ku îsal li Amedê hat çandin ji milyonek ton zêdetir dexl hat bidestxistin.

Ji ber ziwabûna salên borî berhemên ku tên çandin kêm bûn. Lê ji ber barîna zêde ya îsal Li Amedê ji genim, ceh, nîsk û nok ku li 4 milyon û 354 hezar û 815 dekar erd tên çandin milyonek û 88 hezar û 500 ton berhem hat bidestxistin.

Midûrê Çandinîyê a Bajar yên Amedê Mustafa Ertan Atalar derbarê mijarê de axivî û wiha got; "Par di warê dexlan de me demsala gelekî neyînî derbas kir. Îsal li gorê par ji sedî 30 di berhema genim, ceh, nîsk û nok de zêde bû. Ev jî ji bo me hemûyan re rewşeke erênî ye." 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.