GÜNDEM

LI AMEDÊ KARKERÊ KU JI ÎNŞEATÊ DE KET XWARÊ GIRAN BIRÎNDAR BÛ

Li Amedê karkerê ku ji qata çaremîn a înşeatê ket xwarê bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

LI AMEDÊ KARKERÊ KU JI ÎNŞEATÊ DE KET XWARÊ GIRAN BIRÎNDAR BÛ

Li Amedê karkerê ku ji qata çaremîn a înşeatê ket xwarê bi giranî birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.

Hostayê karê mermer Mehmet Turk ê 26 salî ku li navçeya Yenîşehîra Amedê ji qata çaremîn a înşaeta ku dixebitî ket xwarê, bi giranî birîndar bû. Li gor agahîyan bûyer di saetên danê sibê de li qata jorîn a avahîyeke 4 qatî ya ku li Taxa Donumlu tê çêkirin pêk hat. Mehmet Turkê ku mermer datibû ser derenceyan hevsengîya xwe winda kir û ket valahîya. Ekîbên tenduristîyê birîndarê giran rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Hat ragihandin ku rewşa wî ya xetera jîyanî berdewam dike. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.