GÜNDEM

LI AMEDÊ KESÊN QEDEXEYA NÊÇIRÊ BINPÊ BIKE WÊ BÊN CEZA KIRIN

Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya Amedê bi bîr xist ku qedexeya nêçîrvanîyê dewam dike û da zanîn ku derbarê kesên ku li gor qedexeya nêçîrê tevnagerin de wê tedbîrên hiqûqî bên girtin.

Midûrîyeta Çandinî û Daristanê derbarê mijarê de daxuyanî da û wiha got, “Qedexeya nêçîra masîyan a di navbera 1’ê Nîsanê û 31’ê Hezîranê ya sala 2023’an de li herêmên xeta ava navxweyî ya di nava sînorên parêzgeha me de tên tetbîq kirin berdewam dike.  

Li gor zagona masîvanîyê hemû bendav, gol, hewz, rûbar û hwd. li hemû avên me yên hundir berdewam dike. Di vekolînên qedexeya nêçîra masîyan de, di çarçoveya Qanûna Masîgirîyê de, wê derbarê kesên ku li gor qedexeyê tevnegerin, tedbîrên hiqûqî bên girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.