GÜNDEM

LI AMEDÊ KOMELEYA EKOLOJIYÊ ‘BAZARA PEVGUHERTINÊ’ AVA DIKE

Komeleya Ekolojiyê ya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew ê bi dirûşma "Em her ku serf dikin em jî diserifin, emê bi parvekirinê zêde bibin" "Bazara pevguhertinê" ava bikin.

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin de wiha hat gotim: Pergala kapîtalîst mirovan û xwezayê bêqîmet dike, ji ber vê yekê em li şûna Serfkirinê, Parvekirinê pêşniyar dikin. Em pêşniyar dikin ku bi hevgirtinê bijîn, bi kêmxwarinê, bê marjînalkirin, bi yekbûnê, ne bi parçebûnê. Di rastiyê de em vê yekê weke rêyeke li dijî kapîtalîzma ferzkirî û vegera li cewherê xwe dibînin. Di wê rewşê de, wek destpêk alîkariya hev bikin.”

Sûk û bazara pevguhertinê ya ku tê diyarkirin wê 30ê Cotmehê roja Yekşemê li Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmar 2an ya navçeya Kayapinarê saet di navbera 13:00-15:00 de wê bê vekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.