NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ KOMKIRINA NÎSKE WÊ ÎSAL JI 110 HEZAR TONÊ DERBAS BIBE

Hat dîyarkirin ku îsal di hilberîna nîskê ya li Amedê de, dibe ku ji 100 hezar tonê zêdetir bibe.

LI AMEDÊ KOMKIRINA NÎSKE WÊ ÎSAL JI 110 HEZAR TONÊ DERBAS BIBE

Hat dîyarkirin ku îsal di hilberîna nîskê ya li Amedê de, dibe ku ji 100 hezar tonê zêdetir bibe.

Cotkarên Amedê îsal ji ber ku lêçûna kelûpelan li gor dexl kêm e, berê xwe dane hilberîna nîskê sor. Rûbera çandinîyê ya berhemê ku par bi 560 hezar dekar hat hilberandin, îsal bi bandora piştgirîya ku ji cotkaran re hat kirin de, 700 hezar dekarê derbas kir. Midûrê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Mustafa Ertan Atalar jî dîyarkir ku Amed di hilberîna nîska sor de, yek ji navendên girîng ên Tirkîyeyê ye. Atalar, dîyarkir ku li bajarê ku par ji ber ziwayîyê bi tevahî 46 hezar ton nîsk hat hilberandin lê wan pêşbînî kiribûn ku îsal hilberîn wê baştir bibe. Atalar di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Ez texmîn dikim ku ji ber barana dawîn, em ê 110 hezar ton berhemê bibînin. Li gor min, em ê îsal jî li Tirkîyeyê bibin parêzgeha ku herî zêde nîskê hilberîne.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.