NÛÇEYÊN KURDÎ

ORMANLI: JI BO DÎTINA WENDAYAN DIVÊ LÊPIRSÎNEKE BERFIREHÎ BÊ DESTPÊKIRIN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên wendayan, di çalakîya hefteya 705’an a “Bila wenda werin dîtin, faîl werin darizandin” de li ber Abîdeya Mafê Jîyanê ya li Parka Koşûyolûyê daxuyanîyadan. Xizmên wendayan vê hefteyê aqûbeta Îbrahîm Kartay ku 15’ê Tebaxê ya 1994’an de li gundê Hûnîyê ku girêdayî navçeya Hênê ye, hatibû binçavkirin û piştre tu agahîyek jê nehat girtin, pirsîn.

ORMANLI: JI BO DÎTINA WENDAYAN DIVÊ LÊPIRSÎNEKE BERFIREHÎ BÊ DESTPÊKIRIN

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên wendayan, di çalakîya hefteya 705’an a “Bila wenda werin dîtin, faîl werin darizandin” de li ber Abîdeya Mafê Jîyanê ya li Parka Koşûyolûyê daxuyanîya çapemenîyê dan. Xizmên wendayan vê hefteyê aqûbeta Îbrahîm Kartay ku 15’ê Tebaxê ya 1994’an de li gundê Hûnîyê ku girêdayî navçeya Hênê ye, hatibû binçavkirin û piştre tu agahîyek jê nehat girtin, pirsîn.

Daxuyanîya çapemenîyê ji alîyê Endama Lijneya Rêveberîya ÎHD’ê Parêzer Jîyan Ormanliyê ve hate xwendin. Ormanli daxuyanîyê de dîyar kir ku divê faîlên Îbrahîm Kartay ku ev 28 sal in jê tu agahî nayê girtin, werin dîtin û wiha berdewam kir; “Em daxwaza lêpirsîneke berfireh dikin da ku hemû berpirsên vê sûcê derkevin holê û werin cezakirin.” Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yakûp Guven destnîşan kir ku dewlet ji bo dîtina faîlan gavek navêje û got: “Em ê ji bo hemû wendayan têkoşîna xwe bidomînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.