NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ LI BER DERÎYÊ DIBISTANÊ ÎZDÎHAM ÇÊBÛ! MALBATAN BERTEK NÎŞAN DAN

Li Amedê sala perwerdehîyê ya 2023-2024an li ber dibistanê bi îzdîhamê dest pê kir.

LI AMEDÊ LI BER DERÎYÊ DIBISTANÊ ÎZDÎHAM ÇÊBÛ! MALBATAN BERTEK NÎŞAN DAN

Li Amedê sala perwerdehîyê ya 2023-2024an li ber dibistanê bi îzdîhamê dest pê kir.

Li Amedê bi qasî 469 hezar û 52 xwendekar dikevin dersa ewil a sala perwerdehîyê ya 2023-2024an kir. Li ber dibistanan qelebalixîya xwendekar, dêûbav û siwareyên servîsê çêbûn bûn.

Li Dibistana Seretayî ya Vehbî Koç a li Taxa Mezopotamya ya Navçeya Kayapinara Amedê bi kelecana dersa ewil re dê û bavan bi destê zarokên xwe girtin û anîn dibistanê, li ber derîyê dibistanê qelebalixeke zêde çêbû.

Ji ber ku girseya ketina dibistanê zêde bû, xwendekar û dê û bavên ku dixwestin di derîyê dibistanê re derbas bibin rastê qelebalixê hatin. Malbatan bertek nîşanê vê rewşê dan.

Midûrê Dibistana Seretayî ya Vehbî Koç ku bi telefonê li navenda nûçeyan a Amed Radio TV'yê gerîya, ji ber vê rewşê xemgînîya xwe anî ziman û wiha got, "Ji ber ku qada baxçeyê dibistana me pir biçûk e û hemû dê û bav hewl didin ku ji dibistanê derkevin, îzdîham çêbû. Helbet em naxwazin rewşên wiha çêbibin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.