NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ MARKET JI ALÎYÊ ZABITAYAN VE HAT KONTROLKIRIN

Şaredariya Bajarê Amedê, di çarçoveya kontrolên amûrên xwarin û vexwarinan de yên ku dema wan qediyabûn, berteref kirin.

LI AMEDÊ MARKET JI ALÎYÊ ZABITAYAN VE HAT KONTROLKIRIN

Şaredariya Bajarê Amedê, di çarçoveya kontrolên amûrên xwarin û vexwarinan de yên ku dema wan qediyabûn, berteref kirin.

Tîmên aîdê Midûriyeta Zabitayan, li firin û dikanên şêraniyê kontrol kirin. Ekîban li sûk û bazarê etîketên biha, buhayên giran, berhemên gemarî, paqijî, belgeyên vekirina kargeh û belgeya lîsansên xebatê kontrol kirin.

Li hember neyînîyên ku di kontrolan de hatin tesbîtkirin tevdîrên qanûnî yên pêwîst hatin kirin û berhemên ku dema wan derbas bûbûn hatin berhevkirin û îmha kirin.

Ekîbên Zabitayan ji bo kesên parsekiyê dikin jî, bi îstismarkirina hestên ruhî û olî yên însanan teftîş kirin. Di çarçoveya xala 33. ya Qanûna Bingehîn a bi hejmara 5 hezar û 326'an de parsek bi "Rapora Biryarnameya Cezaya Îdareyê" ji herêmên wan hatin derxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.