NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ NEXWEŞXANEYA ZAROKAN KONFERANS LI DAR XIST

Bi minasebeta "20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê" ji alîyê Nexweşxaneya Zarokan a Midûrîyeta Tenduristîyê ya Bajarê Amedê ve "Konferansa Mafên Zarokan, Nêzîkatîya Li Îhmal û Îstîsmara Zarokan û Berpirsyarîyên Hiqûqî" hat lidarxistin.

Midûrê Tenduristîyê yê Bajêr Dr. Mehmet Hakan Pamukçu di konferansê de axivî û dîyar kir ku li gorê daneyên UNICEF'ê 244 milyon zarok û ciwanên temenê wan di navbera 6-18 salî de hê derfetê wan ê çûyîna dibistanê tune ye.

Pamukçu wiha got; “Li gorê analîzeke UNICEF’ê, di navbera 2010 û 2018’an de nêzê 182 milyon zarokan dema yekem doza xwe ya derzîlêdana sorikê winda kirine. Li gor texmînên UNICEF heta dawîya sala 2021an Pevçûn, tundî û krîzên din bûn sedema koçberbûna 36,5 milyon zarokan.

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê cotmehê vir va li ser Gazeyê de 5 hezar zarok hatine kuştin. Ev mixabin nîşan dide ku zarok ji mafê herî bingehîn, mafê jîyanê bê par in.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.