GÜNDEM

LI AMEDÊ NIŞTECÎYÊN TOKÎ GILÎ Û GAZINÊN XWE ANÎ ZIMAN

Şênîyên li TOKÎ'yên Amedê dijîn, dîyar kirin ku rêveberîya sîteyê bi pirsgirêk û kêmasîyên wan re eleqe nake û bang li rayedaran kirin ku divê tavilê çareserîyekê bibînin.

Hat dîyarkirin ku li navçeya Kayapinara Amedê, li TOKÎ'yên Çolguzelî ji ber sedemeke ku nayê zanîn di bin avê de man. Li gel ku şênîyên avahîyê, ji ber bêhna nem û şilîyê bêzar bûne jî rewşa wan ji rêveberîya cihê bûyerê re ragihandine û dîyar kirin ku heta niha ti encamek bi dest nexistine. Ji niştecihên avahîyê Sedat Damar ku derbarê mijarê de gazinên xwe anî ziman, dîyar kir ku qata binî ev nêzî 5 sal in tim di bin avê de maye û wiha bang kir, "Ez wek niştecîyê avahîyê bang li rayedaran dikim. Ji bo Xwedê bila werin li rewşa me binêrin. Di binê kîjan avahîyê de dikan hebe, ev pirsgirêka avê jî heye.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.