NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ OPERASYONA FIHÛŞÊ! 9 KES HAT BINÇAVKIRIN

Li Amedê di operasyona derbarê fihuşê de 9 gumanbar hatin binçavkirin.

LI AMEDÊ OPERASYONA FIHÛŞÊ! 9 KES HAT BINÇAVKIRIN

Li Amedê di lêkolîna ku 3 meh e hat kirin de hat tesbîtkirin ku li salonên bedewî û masajê di bin navê masajê de fihûş tê kirin.

 

Dema ku polês li qada ku salona bedewîyê dişopand, gumanbara bi navê D.Y. ku operatorê salona bedewîyê ye, bi çekê gule li kesekî ku pê re nîqaş dikir, da. Kesê di bûyerê de birîndar bû dîyar kir ku hevala wî ji ber ku fihûşê nake ji kar hatîye avêtin û ji ber vê yekê nîqaş derketîye.

 

Ji bo girtina gumanbaran hemwext operasyona bi navê "Balans" hat amadekirin. Di operasyonê da 9 gumanbar hatin binçavkirin.

 

Di lêgerînan de çekên bê ruxset û gelek gule hatin desteserkirin, salonên bedewîyê hatin mohrkirin û girtin û cezayên îdarî hatin birrîn. karûbarên gumanbarên ku hatin binçavkirin hê li midûrîyeta polêsan didome.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.