NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PEVÇÛN: KESEK JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Amedê di nav du komên mirovan de pevçûna bi çek pêk hat, kesek jîyana xwe ji dest da, kesek jî bi awayekî giran birîndar bû.

LI AMEDÊ PEVÇÛN: KESEK JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Amedê di nav du komên mirovan de pevçûna bi çek pêk hat, kesek jîyana xwe ji dest da, kesek jî bi awayekî giran birîndar bû.

Bûyer duh bi şev li taxa Firatê ya navçeya Kayapinarê, li ber baxçeyekî çayê pêk hat. Li gor agahîyên ku hate bidestxistin di navbera du komên mirovan de nîqaş hate kirin û nîqaş bi kişandina çekan mezin bû û pevçûn dest pê kir. Di pevçûnê de Z.Y. û A.K. bi awayekî giran birîndar bûn. Ji birîndaran A.K. digel hemû midaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku rewşa Z.Y. jî qet nexweşe. Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome û hêzên ewlehîyê ji bo kesên dîtir ên tevlê pevçûnê bûne ku bên girtin xebat dane destpêkirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.