NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ PIŞTÊ DAXUYANÎYA DEKLARASYONÊ NEWROZA 2023AN DEST PÊ KIR

Li Amedê piştê deklarasyon hat daxuyandin, starta Newroza 2023an jî dest pê kir.

LI AMEDÊ PIŞTÊ DAXUYANÎYA DEKLARASYONÊ NEWROZA 2023AN DEST PÊ KIR

Li Amedê piştê deklarasyon hat daxuyandin, starta Newroza 2023an jî dest pê kir.

Newroz îsal wê li 43 navendan were pîroz kirin û pîrozbahîya Newroza îsal ya ewil wê sibê li Stenbolê dest pê bike. Di 17’ê Adarê roja çelê erdhejê de, wê şahîyên Newrozê neyên lidarxistin. Her wiha wê serdana herêma erdhejê bên kirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di bernameya daxuyanîyê de axivî û got, “Careke din ji hemû gelê me yên di karesata erdhejê de jîyana xwe ji dest dane ji Xwedê rehmet dixwazim. Ji xizm û hezkirîyên wan re sersaxîyê û sebrê û Ji hemû birîndarên me yên ku li nexweşxaneyan tên dermankirin re şîfayê dixwazim. Hevalên me di daxuyanîyê de dîyar kirin ku em ê Newroza îsal bi coşeke wek ya cejnê pîroz nekin. Ez tekez dikim ku em ê ne bi coşeke cejnê, lê li gorî ruhê Newrozê pêşwazî bikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.