GÜNDEM

LI AMEDÊ QEZAYA TRAFÎKÊ: 1 MIRÎ, 2 GIRAN BIRÎNDAR

Hat ragihandin ku di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Amed-Çewlîgê qewimî de mirî û birîndar hene.

LI AMEDÊ QEZAYA TRAFÎKÊ: 1 MIRÎ, 2 GIRAN BIRÎNDAR

Hat ragihandin ku di qezaya trafîkê ya ku li ser rêya Amed-Çewlîgê qewimî de mirî û birîndar hene.

Qeza danê nîvro li herêma Mermer a Rêbeja Amed-Çewlîgê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin siwareya ku ji rêya Licê ber bi Amedê ve diçû, kontrola dîreksyonê ji dest berda û bi Tir a ku ji hêla hember ve dihat re rû bi rû lihevdû qelibîn. Li ser agahdarkirinê hêzên tenduristîyê, agirtef û ewlehîyê sewqê cihê qezayê hatin kirin. Ekîbên tenduristîyê dîyar kirin ku ji kesên di wesayîtê de Halît Çelîk (23) li cîhê bûyerê jîyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku rewşa Bahattîn Çapan û Riza Kurt ên bi giranî birîndarbûbûn rakirin nexweşxaneyê û hat hînbûn ku rewşa herdû birîndaran jî krîtîk e. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.