NÛÇEYÊN KURDÎ

XWENDEKARAN LI DIJÎ ZORDESTÎYA SÎXURTÎYÊ SERÎ LI ÎHD’YÊ DAN

Piştevanîya Xwendekarên Azad a Dîcleyê, li dijî kiryarên "sîxurtîyê" yên polêsan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê da. Piştê serlêdanê li avahîya komeleyê daxuyanî hat dayîn.

XWENDEKARAN LI DIJÎ ZORDESTÎYA SÎXURTÎYÊ SERÎ LI ÎHD’YÊ DAN

Piştevanîya Xwendekarên Azad a Dîcleyê, li dijî kiryarên "sîxurtîyê" yên polêsan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê da. Piştê serlêdanê li avahîya komeleyê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyanîyê de yek ji xwendekaran Mehmet Fîdan axivî û got, "Di demên dawî de sîxurî, gefxwarin û hewldanên revandinê yên li hemberê xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê zêde bûne.

Di 5'ê Mijdarê de polêsên ku hatin mala hevala me ya jin bi tevê pismama wê re bi gotina ‘Di çarçoveya dosyayê de divê îfadeyê bidin’ wan birin.

Piştre li şûna qereqolê wan birin cîhekî li derveyê bajêr û li wir gef li wan xwarin û zordestîya sîxurîyê kirin.

Piştre wan birin Midûrîyeta polêsan û careke din li ser hevala me zordestîya sîxurîyê kirin.

Lê belê hevala me qebûl nekir û li ser vê pismama wê bi pêkanîn wek JÎTEM’ê tîna bîra mirov, lê êşkence kirin.

Fîdan da zanîn ku bi taybetî li ser xwendekarên jin her tim gef, şopandin û tacîz tê kirin.

Fîdan axaftina xwe wiha doman, "Em bi vê wesîleyê careke din radigihînin ku bi hêza ku em ji dîrokê digirin, em ê ti carê serî li ber her cure zext û polîtîkayên sîxurtîyê yên faşîzan netewînin û em ê têkoşîna xwe ya ji bo zanîngehên xweser ên azad hîn berfirehtir bikin. Ji daxwaza me ya perwerdeya bi zimanê dayîkê gavekê jî paşve gav navêjin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.