NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ SALÊ 1499 JIN RASTÎ TUNDIYÊ HAT Û 9 JIN MIRIN

Li gorî daneyên Tora Tundîyê ya Amedê, li Amedê di salekê de 9 jin hatin qetilkirin.

LI AMEDÊ SALÊ 1499 JIN RASTÎ TUNDIYÊ HAT Û 9 JIN MIRIN

Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya li Ser Jinê de li şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîneke çapemenîyê hat lidarxistin.

 

Rêxistinên jinan ên sivîl û parêzer beşdarê civînê bûn. Li gorê daneyên Tora Têkoşîna Tundîyê ya Amedê, di sala dawî de 1499 jin ji bo li dijî tundîyê destekê bigirin serî li sazîyên jinan ên li Amedê dane.

Di rapora ku li gor îfadeyên jinên rastê tundîyê hatine, tundîya psîkolojîk bi hezar û 410 serlêdanan ve rêza yekemîn de ye. Li gorê raporê, tenê li Amedê di salekê de 9 jin hatine kuştin û 7 jin jî hewl dane xwe bikujin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.