NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ SEFERÊN STENBOLÊ YÊN BI BALAFIRÊ HAT BETALKIRIN

Seferên balefiran ên ji Amedê ber bi Stenbolê ve hatin betalkirin.

LI AMEDÊ SEFERÊN STENBOLÊ YÊN BI BALAFIRÊ HAT BETALKIRIN

Rêhewayên Tirkîyeyê (THY) ku ragihandibû seferên wê yên Stenbolê ji ber qutbûna sîstema network hatine betalkirin, seferên xwe yên Amedê jî betal kir.

Şêwirmendê Çapemenîyê yê THYyê Yahya Ûstûn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku ji ber astengkirina binesazîya network hin sefer hatin betalkirin.

Li bendê bû ku tenê seferên THY'ê yên Stenbolê bên betalkirin, lê li Amedê jî heman pirsgirêk derket.

Rêwîyên THYyê yên ku duh bi şev çûn Balafirgeha Amedê rastê "sûrprîzeke betalkirinê" hatin. Li herêmê hemû bankoyên THYyê vala man, rêwîyan kesek nedît ku ji wan agahî bigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.