NÛÇEYÊN KURDÎ

TORA TÊKÔŞÎNA DIJÎ TUNDÎYÊ: DI 1 SALÊ DE 1.901 SERLÊDAN HATINE KIRIN

Tora Dijî Tundîyê ya Amedê û pêkhateyên wê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya Li Ser Jinê ya Cîhanê, li avahîya Baroya Amedê “Rapora Tora Tundîyê ya 4’emîn” eşkere kir.

TORA TÊKÔŞÎNA DIJÎ TUNDÎYÊ: DI 1 SALÊ DE 1.901 SERLÊDAN HATINE KIRIN

Tora Dijî Tundîyê ya Amedê û pêkhateyên wê, bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundîya Li Ser Jinê ya Cîhanê, li avahîya Baroya Amedê “Rapora Tora Tundîyê ya 4’emîn” eşkere kir. Endama Komîsyona Mafên Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku di navbera 20'ê Mijdara 2021'an û 20'ê Mijdara 2022'an de li Amedê bi giştî hezar û 901 serlêdan li Tora Li Dijî Tundîyê hatine kirin û diyar kir ku tundî ji yek cureyê zêdetir e. Demîr anî ziman ku tundîya fizîkî, di heman demê de tundîya psîkolojîk, aborî û cinsî jî dihewîne û got, “Ev hejmar rêjeya rastî ya tundîyê nîşan nadin. Ji ber bûyerên ku di meqamên edlî de nehatine ragihandin û nehatine nîşandan û bûyerên ku di tu sazî û dezgehan de cih nagirin, tevlê van hejmaran nebûye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.