GÜNDEM

LI AMEDÊ SIWAREYÊN SERWÎSA DIBISTANÊ HATIN KONTROL KIRIN

Bi destpêkirina sala nû ya perwerdeyê re serwîsên dibistanan hatin kontrolkirin.

LI AMEDÊ SIWAREYÊN SERWÎSA DIBISTANÊ HATIN KONTROL KIRIN

Bi destpêkirina sala nû ya perwerdeyê re serwîsên dibistanan hatin kontrolkirin.

Tîmên zabitayên aîdê Şaredarîya Amedê, ji bo bizanibin ka siware li gor rêbaza qanûnê tevdigere ya na, li siwareyên serwîsa dibistanê kontrol kirin

Ekîban di kontrolan de, derheqê 54 siwareyan de ku li gor rêziknameyê tevnegerîyan ceza birrî.

Li gel kontrolên ku li ber dibistanan hatin kirin, ajokar hatin agahdar kirin.

 

LI NAVÇEYA HEZROYÊ XEBATÊN LÊGERÎNA NEFTÊ BERDEWAM E

Hat dîyarkirin ku her çend bîrên petrolê yên li navçeya Hezroyê nû bin jî, rezervên ku hatine dîtin ji texmînan zêdetir e.

Li navçeyên Sûr û Bismilê yên Amedê ku Şrîketa Petrola Tirkîyeyê (TPAO) xebatên lêgerîna neftê  didomîn. Yek li wan xebatên lêgerînê hat zêdekirin.

Şrîketa Petrola Tirkîyeyê ku li herêmê demek berê dest bi xebatê kir, xebatên xwe yên derxistina neftê li sînorên bejahîyên Varınca, Încekavak, Gedikalan, Yazgi û Erkonagîya navçeya Hazroyê berdewam dike.

Li gor daxuyanîya rayedarên Şrîketa Petrola Tirkîyeyê, hat dîyarkirin ku her çend bîrên li navçeya Hezroyê nû bin jî, rezerveke ku ji texmînan zêdetir e derketîye.

Hat destnîşankirin ku qada embara petrolê têrê nake û ji bo embarên nû bên avakirin îhale hat kirin.

Berdewamîya derxistina petrolê ji bîra navçeya Hezroyê berdewam e, lê heta niha ti amareke fermî derbarê rêjeya petrola herêmê de nehatîye ragihandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.