NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BAGLARÊ BI ÇEKAN ÊRÎŞ LI QEHWEXANEYÊ HAT KIRIN! 3 BIRÎNDAR

Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li qehwexaneyekê de 3 kes birîndar bûn.

LI BAGLARÊ BI ÇEKAN ÊRÎŞ LI QEHWEXANEYÊ HAT KIRIN! 3 BIRÎNDAR

Li Amedê di êrîşa çekdarî ya li qehwexaneyekê de 3 kes birîndar bûn. Bûyer li Kolana Gûrselê ya Taxa Kaynartepe ya navçeya Baglarê pêk hat. Hat îddîakirin ku 4 kesên rûyê xwe bi maskeyê pêçandibûn bi çekan gule li qehwexaneya li kuçeyê reşandine. Di êrîşê de 3 kesên di qehwexaneyê de rûniştîbûn birîndar bûn. Êrîşker ji devera bûyerê revîyan. Tîmên tenduristîyê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin û ji bo gumanbarên reviyane bên zevtkirin xebat hatin destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.