NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ SIWAREYA KU HATÎBÛ PARKKIRIN LASTÎKÊN WÊ HATIN DIZÎN

Li Amedê 4 lastîkên siwareya ku rawestiyabû, hatin dizîn.

LI AMEDÊ SIWAREYA KU HATÎBÛ PARKKIRIN LASTÎKÊN WÊ HATIN DIZÎN

Li Amedê 4 lastîkên siwareya ku rawestiyabû, hatin dizîn. Hîndekara Beşa Norolojîyê ya Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê Dr. Îpek Çagir, siwareya xwe park kir û li nexweşxaneyê dest bi nobedarîya xwe kir. Piştê nobedarîyê Dr. Îpek ferq kir ku 4 lastîkên siwareya wê hatine dizîn. Dr. Îpek wiha got; “Ez matmayî mam, pêşî min bawer nekir. Ew bi 4 lastîk bi jantên xwe tunebû. Di destpêkê de min nikarîbû vê yekê qebûl bikim, ji ber ku dema em li nexweşxaneyê bi fedakarî dixebitîn, ji min re ne hêsan bû ku ez di rewşek wiha de bim."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.