GÜNDEM

PENTAGON: DYA, JI BO OPERASYONA KIRIMÊ WÊ PIŞTGIRÎYÊ BIDE UKRAYNA

eger Ukrayna li Kirimê operasyonekê pêk bîne, ew ê alîkarîya çekan bidin artêşa Ukraynayê.

PENTAGON: DYA, JI BO OPERASYONA KIRIMÊ WÊ PIŞTGIRÎYÊ BIDE UKRAYNA

eger Ukrayna li Kirimê operasyonekê pêk bîne, ew ê alîkarîya çekan bidin artêşa Ukraynayê.

Cîgira Berdevka Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh ragihand, eger Ukrayna li Kirimê operasyonekê pêk bîne, ew ê alîkarîya çekan bidin artêşa Ukraynayê.  Singh da zanîn ku ew ti zextê li artêşa Ukraynayê nakin. Ukrayna çawa dixwaze operasyona xwe pêk bîne ew biryara wan e. Ji berdevka Pentagonê hat pirsîn, “Dema ku li dijî Kirimê operasyonek çêbibe, gelo wê çekan bidin artêşa Ukraynayê ya na?” wiha bersiv da, "Heta ku Ukrayna şer bike em ê piştgirîya wan bikin. Ew parçeyek serwerî ya welatê wan e û mafê wan heye ku wê bigirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.