NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ WÊ GERMAHÎYA HEWAYÊ BI QASÊ 6-10 PILE ZÊDE BIBE!

Li Amedê germahîya hewayê di ser asta normalbûna demsalê re bi zêdebûn berdewam e û ji ber ku tê dîyarkirin ku wê germahî zêde bibe, tê xwestin ku hemwelatî li dijî vê rewşê baldar bin.

Di hişyarîya ku ji teref Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê ve hat dayîn de, tê texmînkirin ku germahîya hewayê li herêmên başûrrojhilatê Anadola Navîn wê ji 6 pile heta 10 pile li gor asayîya demsalî wê zêde bibe.

Li Amedê germahîya nava rojê di navbera 41 û 45 pile de tê texmînkirin. Li herêmên ku hewaya germ lê bi bandor e, divê welatîyên me bi taybetî yên nexweşîyên wan ên kronîk, her wiha kal û pîr û zarokên me di navbera danê sibehê demjimêr 11 û danê ber êvarê demjimêr 16an de ku demên herî germ e, baldar û miqatebin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.