NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ WÊ ZANÎNGEHA WEQFÊ BÊ VEKIRIN

Li Amedê li kêleka Zanîngeha Dîcleyê wê zanîngeheke nû bê vekirin.

LI AMEDÊ WÊ ZANÎNGEHA WEQFÊ BÊ VEKIRIN

Li Amedê li kêleka Zanîngeha Dîcleyê wê zanîngeheke nû bê vekirin.

Hat dîyarkirin ku xebatên ji bo avakirina zanîngeha weqfê ya li Amedê leztir bûne û malbatên Durmaz û Ay ji bo avakirina zanîngehê li bajêr weqfek ava kirine.

Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz ê ku li Amedê karsaz zîyaret kir, ji bo avakirina “Zanîngeha Dîyarbekîr” soza piştgirîyê da

Zanîngeha Dîyarbekîrê wê li şûna fabrîqeya alkolê ya ku li rexê Dîcleyê di sala 1932yan da hat vekirin û di sala 2007an da hat girtin were ava kirin.

Li alîyê din weqfê bi Wekîlê Amedê yê AKPê Galîp Ensarîoglu re civîna xwe ya ewil pêk anî.

Ensarîoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Me civîna ewil a Zanîngeha Weqfa Mezopotamya Dîyarbekîrê ya ku li Amedê tê avakirin li dar xist. Ez hêvî dikim bibe wesîleya xêrê."

"Zanîngeha Weqfa Selahaddîn Eyyûbî" di sala 2013an de li Amedê hat avakirin û piştê hewldana derbeya 15ê Tîrmeha 2016an, di 23ê Tîrmeha 2016an de zanîngeh bi biryarnameyekê hat girtin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.