NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAXA AMEDÊ YA HABER-SEN’Ê: BILA MIŞEXTÎ BÊ RAWESTANDIN

Namzetên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Dewletê (KESK) Sendîkaya Kedkarên Posta û Ragihandina Weşan û Çapemenîyê (HABER-SEN) li ber avahîya midurîyeta PTT’ê ya Amedê daxuyanî dan û di daxuyanîyê de ji bo hedefgirtina BÎRLÎK HABER-SEN’ê bersiv dan û daxwazên xwe ragihandin.

Serokê Şaxa Amedê ya HABER-SEN’ê Mehmet Ûlûg daxuyanîyê xwend û wiha got: “Yên ku bi navê sendîkayê di tifaqa Peymana Kar a Komelî (TÎS) de cîh girtin û her carê kedkarên ku li Milê Xizmetê ya Ragihandin, Weşan û Çapemenîyê de kar dikin di qadên mafên bingehîn, civakî û aborî de mafên wan xwarin, manîpulasyonên xwe didomînin. BÎRLÎK HABER SEN sendîkaya me hedef nîşan daye û kampanya daye destpêkirin. Em bi rêvebir û endamên xwe re xebatên aktîf ên sendîkayê birêve dibin. Em dibînin ku hêza BÎRLÎK HABER-SENê têk diçe. BÎRLÎK HABER-SEN hêza îdareyê alîyê berjewendîya xwe de bi kar tîne û ji rastîyê dûr, mafên kedkaran dixwe.” Ûlûg daxwazên sendîkayê ragihand û wiha axivî: “Divê mişextîya li ser rêvebir û nûneran demildest bê rawestandin. Divê demildest personel ji bo sazîyê werin girtin. Azmûna berzbûna di peywîrê de were kirin. Derbarê karên bêhiqûqî yên hatine rojevê bila bi mekanîzmayeka venêrê werin vekolandin. Kontrolor û mufetîşên ku karên bêhiqûqî dikin divê ji peywîrê werin derxistin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.