AMED

LI AMRÎKAYÊ 4 ENDAMÊN PAYEBILIND ÎSTIFA KIRIN

Çar endamên payebilind ên Wezareta Derve ya Amrîkayê bi hinceta ku di şerê Îsraîl-Filîstînê de piştgirî nadin şandina çekên a Amrîkayê bo Îsraîlê, îstifa kirin.

LI AMRÎKAYÊ 4 ENDAMÊN PAYEBILIND ÎSTIFA KIRIN

Hat destnîşankirin ku rayedarên payebilind ên ku îstifa kirine ji Musteşarên Wezareta Karên Derva Patrîck Kennedy, Alîkarên Wezîr Joyce Anne Barr û Michele Bond, Serokê Daîreya Mîsyonên Derve Gentry O.

Smith û Midûrê Sîyasî Karûbarên Leşkerî yên Wezareta Derve ya Amrîkî Josh Paul e.

Di nameya îstîfaya xwe de, Rêvebirê Karûbarên Siyasî-Leşkerî yê Wezareta Derve ya Amrîka Josh Paul, hem êrîşa Hamasê û hem jî zêdebûna alozîyê ji alîyê Hizbullah û Îranê ve şermezar kir û wiha berdewam kir; "Ez di kûrahîya canê xwe de bawer dikim ku piştgirîya DYE ji bo statukoya dagirkerîyê wê bibe sedema êşên kûrtir ji bo Îsraîl.

Piştgirîya kor a ji alîyekî re wê di demeke dirêj de di berjewendîya gelên her du alîyan de be.

Ew ê zirarê bide berjewendîyên me.

Ez ditirsim ku em xeletîyên ku me di deh salên borî de kirine dubare bikin û ez red dikim ku beşek ji vê pêvajoyê bim. Îstifakirina Paul li çaralîyê cîhanê bandorek berfireh kir.

Al Jazeera bi sernavê "Rayedarekî payebilind ê DYAyê ji ber 'alîkarîya kujer a ji bo Îsraîlê' îstifa kir" ji xwendevanên xwe re ragihand.

Washington Post jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rayedarê Wezareta Karên Derve Josh Paul ji ber şandina çekan a DYA-Îsraîl îstifa kir.

Berdevkê berê yê Wezareta Karên Derve yê Amrîkayê Mark Toner di daxuyanîya xwe de got, "Weke hemû hikûmetên veguhêz, rêveberîya nû jî ji kesên ku bi rêveberîya berê re wezîfe girtine, nameyên îstîfayê dixwaze."

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.