NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ANTARKTÎKAYÊ CARA YEKEM VÎRÛSA H5N1 HAT DÎTIN

Zanyaran ragihandin ku li Antarktîkayê yekem car vîrûsa grîpa çûkan (H5N1) hat dîtin.

LI ANTARKTÎKAYÊ CARA YEKEM VÎRÛSA H5N1 HAT DÎTIN

Li gor nûçeya The Guardianê, zanyaran ragihandin ku vîrûsa H5N1 li girava Teyran ku beşek ji xaka Brîtanyayê ya derveyî welat e,

di nav cureyên çûkan ên gerîdok de hatîye dîtin.

Zanyar difikirin ku vîrusa ku yekem car li qitayê rû da, dikare bandorek wêranker li ser nifûsa dewlemend a jîngeha Antarktîkayê bike. Ji

Enstîtuya Lêkolînê ya Antarktîk a Brîtanyayê (BAS) Ashley Bennison dîyar kir ku nimûneyên ji çûkên giravê hatine girtin ji bo H5N1 erênî ne. Yek ji nivîskarên sereke yên raporê Dr. Meagan Dewar dîyar kir ku belavbûna nexweşîyê dikare bandorek wêranker li paşeroja jîngeha kovî ya li herêmê û mexlûqên xwecîh ên Antarktîkayê bike.

 

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.