NÛÇEYÊN KURDÎ

LI BALAFIRGEHA TOKYO’YÊ 2 BALAFIR LI HEV QELIBÎN!

Li Balafirgeha Tokyoyê balafireke rêwîyan dema dadiket li balafireke ewlekarîya peravê ya Japonyayê qelibî û agir pê ket.

LI BALAFIRGEHA TOKYO’YÊ 2 BALAFIR LI HEV QELIBÎN!

Balafira Airbus A350 a Rêhewayên Japonyayê ya bi jimareya 516 ku ji Balafirgeha New Chitose rabû dema ku li Balafirgeha Haneda daket, li balafireke Ewlehîya Peravê ya Japonyayê qelibî.

 

Di daxuyanîya ku ji alîyê Rêhewayên Japonyayê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku 379 kesên di balafirê de bûn hatin tehlîyekirin. Ji 6 kesên di balafira ewlekarîya peravê ya Japonyayê de pîlot sax filitî û gîhîştine 5 kesê din lê derbarê rewşa wan a tenduristîyê de agahî nehat dayîn.

 

Hat ragihandin ku balafira ewlekarîya peravê ji bo herêma erdhêjê alîkarî dibir baregeha li Balafirgeha Niigata.

 

Hemû pîstên Balafirgeha Haneda hatin girtin. Hat dîyarkirin ku piştê qezayê şewata ku derketîye tê texmînkirin ku motora balafirê li erdê ketîyê û ji ber vê agir derketîye.  

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.