NÛÇEYÊN KURDÎ

LI CÎHANÊ NEXWEŞÎYA MONKEYPOX JI 70 HEZARAN ZÊDETIR BÛ

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li seranserê cîhanê zêdetirê 70 hezar bûyerên nexweşîya monkeypox hene.

LI CÎHANÊ NEXWEŞÎYA MONKEYPOX JI 70 HEZARAN ZÊDETIR BÛ

Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus rewşa dawî ya derbarê şewba monkeypox, kolera û Covîd-19ê de nirxand. Her wiha Ghebreyesus anî ziman ku ew ji ber şewba kolerayê ya li Haîtîyê bi fikar in û got, "Ji çaran yekê van bûyeran ji zarokên di bin 5 salî re ne pêktê." Ghebreyesus destnîşan kir ku kêmbûna hejmara bûyeran li cîhanê berdewam dike, lê bûyer li gelek welatên Amrîka zêde dibin. Her wiha bang li welatan kir ku divê kapasîteyên xwe yên ceribandin û şopandinê zêde bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.