NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇEMÊ KONGOYÊ KEŞTÎYEK NOQÊ AVÊ BÛ! 40 MIRÎ, 167 WINDA

Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştîyek noqê avê bû û herî kêm 40 kes jîyana xwe ji dest dan.

LI ÇEMÊ KONGOYÊ KEŞTÎYEK NOQÊ AVÊ BÛ! 40 MIRÎ, 167 WINDA

Li Komara Demokratîk a Kongoyê keştîyek noqê avê bû û herî kêm 40 kes jîyana xwe ji dest dan.

 

Li gor nûçeya çapemenîya neteweyî, keştîya ku bi şev ji bendera bajarê Mbandaka ya eyaleta Equateur a Kongoyê derketibû û ber bi Bolombaya li ser Çemê Kongoyê diçû, binav bû.

Di qezaya ku nêzê 190 kes hatin xilaskirin de xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. Her wiha hat dîyarkirin ku 167 kes hê jî winda ne.

Hat dîyarkirin ku keştî piştê çend saetan ji ber bargiranîya zêde bi zehmetî bi pêş ve çûye û di dema hewldana hevsengîyê de bi kêlekî bûye û paşê jî bi temamî binav bûye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.