NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇERMÛGÊ MIXTAREK LI EMBARÊ MIRÎ HAT DÎTIN

Mixtarê Şeyhandede yê navçeya Çermûgê Yilmaz Koca di embarê de mirî hat dîtin.

LI ÇERMÛGÊ MIXTAREK LI EMBARÊ MIRÎ HAT DÎTIN

Mixtarê Şeyhandede yê navçeya Çermûgê Yilmaz Koca di embarê de mirî hat dîtin.

Li gor agahîyên hatine bidestxistin, di bûyera ku li Navçeya Çermûg a Amedê pêk hat de endamên malbatê yên danê sibehê çûn embarê, cenazeyê Muhtar Koca yê dîtin. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirmeyan hatin cîhê bûyerê.

Piştê kontrolên ewil cenazeyê Muhtar Yilmaz Koca ê 48 salî ku ji ber guleya li serê wî ketîye jîyana xwe ji dest daye, rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Çermûgê. Piştê muayeneya li nexweşxaneyê cenazeyê Koca ji bo tespîtkirina tam sedema mirina wî şandin Sazîya Tiba Edlî ya Amedê. Ekîbên cendirmeyan derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.