NÛÇEYÊN KURDÎ

TURK-ÎŞ: TEKLÎFA HIKÛMETÊ 11 HEZAR Û 500 LÎRE MÛÇEYÊ BINGEHÎN E

TURK-ÎŞ’ê ragihand ku hikûmetê di muzakereyên lihevkirina kolektîf de 6 mehên ewil, 11 hezar û 500 lîre mûçeyê bingehîn daye.

TURK-ÎŞ: TEKLÎFA HIKÛMETÊ 11 HEZAR Û 500 LÎRE MÛÇEYÊ BINGEHÎN E

TURK-ÎŞ’ê ragihand ku hikûmetê di muzakereyên lihevkirina kolektîf de 6 mehên ewil, 11 hezar û 500 lîre mûçeyê bingehîn daye.

Serokê Giştî yê TÜRK-ÎŞ'ê Ergûn Atalay û Serokê HAK-ÎŞ'ê Mahmut Arslan, derbarê muzakereyên Protokola Çarçoveya Peymana Komî ya Gel a 2023'an de ku zêdeyî 700 hezar kedkarên cemaweriyê eleqedar dike, bi hev re civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Atalay dîyar kir ku ji ber erdhejên navenda Mereşê wan muzakereyên peymanê ji bo demekê rawestandiye û wiha got “Hevdîtinên me bi kardêrê giştî re nêzî 20 roj berê dîsa dest pê kir. Weke serokên konfederasyonan me bi Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Vedat Bîlgîn re jî hevdîtin kir. Me daxwaza zêdekirina mûçeyê bingehîn ji bo 15 hezar lîre, di şeş mehên ewil de zêdekirina ji sedî 45 teklîf û para refahê û başkirina mafên civakê pêşkêş kir. Hefteya borî, ji me re 11 hezar û 500 lîre mûçeyê bingehîn û ji sedî 30 zêde bûn hat teklîf kirin.

Ev teklîf daxwazên karkeran pêk nayîne. Me diyar kir ku ne guncaw e ku em behsa van hejmaran bikin. Tiştê ku karker razî nebe, em ê jî îmze nekin." Atalay da zanîn ku, para refahê jî daxilê nav wê zêdekirina ji sedî 30 kirin. Li aliyê din Arslan, anî ziman ku ew dixwazin bi raya giştî re li xaleke hevpar bicivin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.