NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇINARÊ DI NAVBERA 2 MALBATAN DE ŞER! 1 JÊ GIRAN 13 BIRÎNDAR

Li Çinarê, di şerê navbera du malbatan de 13 kes birîndar bûn.

LI ÇINARÊ DI NAVBERA 2 MALBATAN DE ŞER! 1 JÊ GIRAN 13 BIRÎNDAR

Li Çinarê, di şerê navbera du malbatan de 13 kes birîndar bûn. Bûyer, di saetên êvarê de li Taxa Beşpinarê ya navçeya Çinarê ya Amedê pêk hat. Hat îdîakirin ku di navbera du endamên malbatê de bi kevir û kêran şer derket. Di her du koman de yek jê giran 13 kes birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Ji bo di navbera alîyan de bûyereke nû çênebe, polîsan li ber nexweşxaneyên ku birîndar lê bûn, tedbîrên ewlehîyê girtin. Ji bo girtina gumanbarên ku di pevçûnê de bûn lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.