NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ BAZIRGAN Û FIROŞKARÊN TIRYAKÊ OPERASYONA “NARKOÇELÎK-2”

Di operasyonya bi navê “Narkoçelîl-2” ya ku li 46 bajaran li dijî kesên ku hilberîn û firotina tiryakê dikin de nêzê tonek tiryak hat desteserkirin.

LI DIJÎ BAZIRGAN Û FIROŞKARÊN TIRYAKÊ OPERASYONA “NARKOÇELÎK-2”

 

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: "Di operasyona ‘Narkoçelîk-2’ ya ku hemwext li 46 bajaran hat lidarxistin de 983 kg tiryak û 92 hezar hebên tiryakê hatin bidestxistin. 227 bazirganên jehrê û firoşkarên kolanan hatin girtin.

Em ê tiryakfiroşên ku ciwan û siberoja me jehrî dikin, qebûl nekin. Em her tim li ser stûyê wan in. Ew ê nikaribin ji destê me birevin.”

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.