NÛÇEYÊN KURDÎ

“LI DIJÎ POLÎTÎKAYA RANTÊ, 1Ê GULANÊ ROJA ME YA HESAP PIRSÎNÊ YE”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku ji rêxistinên sivîl pêk tê derbarê pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li avahiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê, civîna çapemeniyê li dar xistin.

“LI DIJÎ POLÎTÎKAYA RANTÊ, 1Ê GULANÊ ROJA ME YA HESAP PIRSÎNÊ YE”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku ji rêxistinên sivîl pêk tê derbarê pîrozbahiya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de li avahiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê, civîna çapemeniyê li dar xistin.

Hevberdevka Platformê Nûjiyan Yildirim di civînê de derbarê bernameya 1'ê Gulanê Cejna Karkerande li ser navê pêkhateyan axivî û diyar kir ku ew ê 1'ê Gulanê îsal bi baweriya hevgirtin û têkoşîneke mezin pêşwazî bikin. hêviya wekhevî û azadiyê di demekê de ku krîzên civakî, siyasî û aborî di asta herî bilind de ne.

Yildirim, diyar kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de bi ruhê lêgerîna heq û mafan li qadan bin û wiha got, "6'ê Sibatê erdheja ku gelek wêranî li pey xwe hişt; 1’ê Gulanê roja hesabpirsîna pirsgirêkên mexdûrên erdhejê ye ku bûne sedema gelek ziyanên canî, wêrankirina bajaran, êş û azarên ku hê jî nehatine çareserkirin û mafê jiyana mirovane ye.

Li hember pergalên rêveberî yên xirap û roja hesap jêpirsîna polîtîkayên rantê ye.

Wêranbûyîn bajaran nîşanê me dan ku li vî welatî jiyanek bi rûmet li alîyekê, me fêm kir ku li ser piya zindî mayîn çiqas xeternak e.

1’ê Gulanê wê bibe roja ku em hêzên ked û demokrasiyê li qadan biqîrin û hemû bêhiqûqî û zilmê şermezar bikin û bibêjin em ne hevparê van çalakiyan in.

Di civîna çapemeniyê de Serokê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûran bang li hemû kedkarên civakê kir ku bi daxwazên xwe cihê xwe li qadan bigirin û 1'ê Gulanê roja Duşemê demjimêr di 12.00'an de li werin qada Derê Çîya.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.