NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ ‘QANÛNA SANSÛRÊ’ KAMPANYA #SUSMAKYOK HAT DESTPÊKIRIN

Li Meclîsê di heyama ku nîqaşên pêşnûmeya bi navê 'qanûna sansurê' dewam dikin de bertekên rojnamegeran jî dewam dikin.

LI DIJÎ ‘QANÛNA SANSÛRÊ’ KAMPANYA #SUSMAKYOK HAT DESTPÊKIRIN

Ger ev pêşnûme bibe qanûn, ne tenê azadîya rojnamegeran, azadîya welatîyên ku li ser medyaya civakî nûçeyan parve dikin û şîroveyan dikin jî wê bikeve xeterîyê. Rojnamegeran dîyar kirin ku ev qanûn wê azadîya ramanê asteng bike, pêşî li eşkerekirina heqîqetê bigire û rojnamegerîyê têk bibe. DÎSK Basin-Îş ê li dijî “Qanûna Sansûrê” ya li Meclîsê hevdîtinên wê tên kirin, kampanya “#SusmakYok” da destpêkirin. Basin-Îş a girêdayê Konferdarasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) berîya li Meclîsê li ser van qanûnan hevdîtin dest pê bike, li ser medya dîjîtal bi etîketa “#SusmakYok #EmêBêdengNebin” da destpêkirin. Gelek rêxistinên rojnamevanan û rojanemvan tevlê vê kampanyayê bûn û hashtagê belav dikin. Gelek sîyasetmedar, hunermend û akademîsyen û welatî jî tevlê li kampanyaya vê hashtagê bûn. Etîket di kêlîyek kurt de ket rêza ewil a rojeva Tirkîyeyê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.