GÜNDEM

LI DIJÎ SEFARETXANEYA AZERBAYCANÊ YA LI ÎRANÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ

Li Îranê li dijî sefaretxaneya Azerbaycanê êrîşa çekdarî hat kirin.

LI DIJÎ SEFARETXANEYA AZERBAYCANÊ YA LI ÎRANÊ ÊRÎŞA ÇEKDARÎ

Li Îranê li dijî sefaretxaneya Azer baycanê êrîşa çekdarî hat kirin. Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê ragihand ku li gor saeta Bakûyê saet derdora 08:30’an de li dijî Balyozxaneya Tehranê ya Azerbaycanê êrîşeke çekdarî pêk hatiye.

Di êrîşê de Midûrê Ewlekariya Balyozxaneyê Orhan Askerov jiyana xwe ji dest da, 2 parêzvanên ku hewl dan êrîşê asteng bikin jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e. Di daxuyaniya ewil a Îranê de hat diyarkirin ku êrîşkar hatiye girtin. Hat ragihandin ku piştê êrîşa çekdarî Midûrê Emniyeta Tehranê Huseyîn Rehîmî ji wezîfeyê hat girtin. Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu li ser êrîşê bi Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov re bi telefonê axivî û êrîş bi tundî şermezar kir. Çavuşoglu peyama "Em bi Can Azerbaycanê re ne" da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.