NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ERMENÎSTANÊ BI ÎDÎAYA HEWLA DARBEYÊ 8 FERMANDAR HATIN BINÇAV KIRIN

Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenîstanê 8 fermandarên payebilind bi îdiaya ku bi koma "Xaçparêzên Welatperwer" re hevkarî kirine û teşebusa derbeyê kirine binçav kirin.

Di daxuyaniya Servîsa Ewlekariya Neteweyî ya Ermenistanê da hat diyarkirin ku endamên rêxistinê bi awayek îdeolojîk  dijminantîya endamên hikûmetê û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan dikin.

Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku di operasyonan de gelek çek û cebilxane hatine bidestxistin û wiha hat gotin: "Endamên rêxistina sûc, bi bidestxistina amûrên telekomunîkasyonê, amûrên astengkirina sînyalan xwestine ku şert û mercan amade bikin.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, piştê ku muxalefetê bi protestoyan vexwendibû îstifayê, di axaftina xwe de gotibû ku hin rêxistinên li welat ji bo hilweşandina desthilatdariya wî tev li "plana derbeyê" bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.