NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ERXENÎYÊ SIWARE LI KAMYONA ÇOPÊ QELIBÎ! 2 MIRÎ, 2 BIRÎNDAR

Hat ragihandin ku li Erxenîyê di encama qezaya ku siware li kamyona çopê qelibî de mirî û birîndar hene.

LI ERXENÎYÊ SIWARE LI KAMYONA ÇOPÊ QELIBÎ! 2 MIRÎ, 2 BIRÎNDAR

Hat ragihandin ku li Erxenîyê di encama qezaya ku siware li kamyona çopê qelibî de mirî û birîndar hene.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di qezaya ku berîya nîvro li gundê Termila Jêrîn ya Navçeya Erxenî ya Amedê pêk hat de siwareya di bin kontrola Hacî Şeker de ji pişt ve li kamyona çopê ya ku ji Erxenî ber bi Amedê ve diçû qelibî.

Ji ber bandora qezayê ajokar Hacî Şeker, Mehmet Şeker, Mehmet Avşar û Murselîn Avşar jî di nav de bi tevahî 4 kes birîndar bûn. Birîndar piştê midaxaleya ewil a ekîbên tenduristîyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenîyê.

Tevê hemû midaxaleya bijîjkan jî Mehmet Avşar û Murselîn Avşar jîyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku rewşa birîndarên Hacî Şeker û Mehmet Şeker giran e. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.