NÛÇEYÊN KURDÎ

LI FARQÎNÊ CARA EWIL WÊ EZMÛNA PERWERDEYA NAVÎN A KPSSÊ BÊ LIDARXISTIN

Ezmûna perwerdeya navîn a KPSSê, îsal cara ewil li navçeya Farqînê ya Amedê tê kirin.

LI FARQÎNÊ CARA EWIL WÊ EZMÛNA PERWERDEYA NAVÎN A  KPSSÊ BÊ LIDARXISTIN

Ezmûna perwerdeya navîn a KPSSê, îsal cara ewil li navçeya Farqînê ya Amedê tê kirin.

Koordînatorê OSYM'ê yê navçeya Farqînê Prof. Dr. Sedat Îlhan derbarê mijarê de daxuyanî da. Îlhan wiha got: “Wê di 06ê Mijdara 2022an de roja Yekşemê danê sibehê saet di 10.15an de bê lidarxistin û bi giştî 985 namzed wê bikevin ezmûnê.

Midûriyeta Nifûs û Hemwelatîbûnê ya Navçeyê roja Yekşemê saet di navbera 07:00-10:00 de ji bo kesên ku nasnameyên xwe winda kirine an jî dixwazin cardin derxînin re vekirî be.

Herî dawî di roja ezmûnê de namzed danê sibehê saet di 10:00 de li avahiya ezmûnê tên qebûlkirin. Namzet piştî vê demê wê nekevin salona ezmûnê. Ji bo hemû namzetên ku dê beşdarî ezmûnê bibin serkeftinê dixwazim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.