NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GELEK BAJARAN AVÊTIN SER BUROYÊN MA Û JINNEWS'Ê! GELEK ROJNAMEGER HATIN BINÇAV KIRIN

Li gelek bajaran bi ser buroyên Ajansa Mezopotamya û JINNEWS'ê de hat girtin û gelek rojnameger hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Enqere, Stenbol, Wan, Amed, Riha û Mêrdînê gelek nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS'ê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Selman Guzelyuz, nûçegihanên JINNEWS'ê Habîbe Eren û Derya Ren ên li Amedê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de dest dan seer gelek pirtûkan.

Hat diyarkirin ku Derya Ren di çarçoveya lêpirsîneke cuda de hatiye binçavkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamya; Rojnamegerên ku di dema binçavkirinê de li malê bûn, destên wan kelepçe kirin û demeke dirêj li erdê man.

Her wiha hat parvekirin ku kompîturên rojnamegeran jî hatine desteserkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.