NÛÇEYÊN KURDÎ

LI GIRTÎGEHA YA LI EKVADORÊ PEVÇÛN: 43 KES JIYANA XWE JI DEST DAN ZÊDEYÎ 100 GIRTÎ JÎ REVÎYAN

Duh li girtîgeha Bellavîsta ya Ekvadorê, di navbera çete û girtîyan de pevçûnan derket. Di pevçûnan de, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 girtî jî revîyan.

LI GIRTÎGEHA YA LI EKVADORÊ PEVÇÛN: 43 KES JIYANA XWE JI DEST DAN ZÊDEYÎ 100 GIRTÎ JÎ REVÎYAN

Duh li Girtîgeha Bellavîsta ya Ekvadorê, di navbera çete û girtîyan de pevçûnan derket. Di pevçûnan de, herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 girtî jî revîyan. Serdozgerîya Komarê, li ser Twitterê daxuyanî da. Di daxuyanîyê de wiha hat gotin; "Heta niha 43 kesên ku hatin binçavkirin, jiyana xwe ji dest dan." Polîsan dîyarkirin ku di pevçûnan de zêdeyî 100 girtî revîyane. Li girtîgehên Ekvadorê gelek caran di navbera çeteyan de pevçûn diqewimin. Ji meha Sibatê û vir ve, nêzî 350 girtîyan di van pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.